SerekeSîyasî

Ji 28OO-î zêdetir êzdî hê çawa merivên bê ser-berat’e undabûyî tên h’esabê

Ji 28OO-î zêdetir k’urdên êzdî hê çawa merivên bê ser-berat’e undabûyî, tên h’esabê. Ew sala 2O14-a ji alîyê DAÎŞ-da hatine r’evandinê.Derheqa wê yekêda wek’îlê êzdîyayî nava h’ukumata Herêma K’urdistanêda gotîye.Sisê t’ebaxa sala 2O14-a, DAÎŞ-ê êrîş bire li ser neh’îya êzdîyaye Şengalê û wî çaxî 6719 mêr, jin û zar’ok ji alîyê têr’orîstada hatine r’evandinê. Wek’îlê êzdîyayî li wezîreta k’arên dînî Fêyrî Bozanî e’lamî “BasNews” -ê kirîye, wekî 35OO meriv hatine azakirinê, lê ger’a yên mayîn gerekê berdewamkin. Gelekên undabûyî dikarin li qamp’a li bakûrê Sûrîyayêye “Al Xolê”-bin, li k’îderê ji 7O-ê h’ezarî zêdetir ç’ekdarên DAÎŞ-ê û endamên malbetên wan tên xweykirinê. Malbetên DAÎŞ-ê gef li wana xwerine, ku heger ew derheqa êzdîtîya xweda bidine dîyarkirinê, wê wana bikujin,-Bozanî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button