Anegorî înformasîya FoxNews-ê, meha îlonêda ji welatên r’ohilata navîn 22OO leşkerên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê veger’ine welatê xwe û li wir nêzîkî sê h’ezar leşkerî wê bimînin. Fermandarê sereke Frênk Makk’ênzî gotîye, wekî leşkerên ku wê bimînin, wê çawa konsûltant mîsîya xwe biqedînin. Li Pêntagonê gotine, wekî meremê wanî h’îmlî ewe ku ç’ekdarên DAÎŞ-ye li wir mayî, bi t’emamî bidine t’unekirinê. Pêşda hatibû e’lamkirinê,wekî Waşîngton gerekê hazirîya xweye leşkerîye li Îraqê bide kurtkirinê û ew yek wê zûtirekê bê kirinê.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close