SerekeSîyasî

Kirina têr’orîstî li Serê-Kanîyê: çar meriv hatine kuştinê

12-ê îlonê, nava encamên t’eqîna li bajar’ê k’urdayî Serê-Kanîyê, yê ku bin kontrola eskerê t’irkadane, çar binelîyên e’dil hatine kuştinê, 12 jî birîndar bûne.H’alê hinek birîndara gelekî girane.Pêşîya wê yekê, hema wê r’ojê, t’eqîneke mayîn jî qewimî bû, ya ku t’enê zyana matêrîyalî dabû. Serê-Kanîyê ji wan bajar’ên k’urdaye, yên ku ji sala 2O18-da k’etine bin kontrola eskerê t’irka û k’omên îslamîstên Sûrîyayêye ku piştgirîya Enqerê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button