H’emû nûçeSereke

Stêp’anakêrt: Enqere û Bek’û provokasîya bi qezîyayê hazir dikin

Bi şirovekirina e’lametîyên azêrîya û t’irkaye van axirîya û usa jî bûyarên van axirîya, şirovekirina înformasîya azêrîyaye derheqa cîwarkirina şer’k’arên k’urde li Qerebag’ê, mecbûr dike ku meriv bê ser wê fikirê, ku Enqere t’evî Bek’ûê provokasîyayê hazir dike. Niha hazirîya înformasîyon derbaz dibe. Derheqa wê yekêda şêwirmendê serokê Arsaxê, Davît’ Babayan gotîye. “Gilî ne t’enê derheqa Ermenîstanê û Qerebag’ê, lê usa jî provokasîyayên dijî welatên mayîndane jî. Dîna xwe bidinê, ku wana r’îya wa gotî “cîguhastinê” çi cûr’eyî r’aber kirîye, ji Sûrîyayê û Îraqê, nava t’opraxa Îranêr’a, berbi Ermenîstanê û Qerebag’ê. Diqewime ev provokasîya hema dijî k’urdên Îranê, yan jî Îraqê û Sûrîyayê tê t’eşkîlkirinê. Bi hesabhildana wê yekê, wekî çi dora şuxulk’arîyên bahê neftêda diqewime, K’urdistana Îraqê giranîya xweye gêopolîtîkî dide mezinkirinê. T’irk’îya û Adirbêcan girêdayî nêzîkbûna Ermenîstanê û K’urdistanêr’a xemgînin. Bi wê yekêva t’evayî, t’irk bi xwe k’omên têr’orîstaye sîlih’kirî cîguhastî Adirbêcanê dikin.Ev sixêma gelekî çetine û ew şuxulk’arîyên R’ohilata Navîne diha k’ûr dide k’ifşê”,-Davît’ Babayan gotîye. Bi dayîna caba wê pirsê, ku gelo alîyê qerebag’îya hazire ku wek’îlên civaka navnet’ewî t’eglîfke, ku ew cîda nasîya xwe bidine h’al, serokê Arsaxê gotîye,wekî Stêp’anakêrt dijî seredanên wî cûr’eyî nîne û ew dikarin bên cîda nasîya xwe bidine h’al û cezakirinên anegor dijî Adirbêcanê pêşda bik’işînin. “Vê carê azêrî gelekî fesalin:t’u sîstêmeke dewletê derheqa wê yekêda xeber nade,çimkî ew fe’m dikin, ku usa nîne. Bona wana ew pirs nîne, ku ew yek r’aste, yan na. Ya sereke ewe, ku tiştên wî cûr’eyî mezikin, bona ku ew bo kirinên xwe bên afûkirinê. Diqewime kirinên dijî k’urdên T’irk’îyayê jî bên mîyaserkirinê û wana h’esabkin çawa kirinên dijî têr’orîzmê. Diqewime ew provokasîya dijî R’ûsîyayêbe jî.Badîhewa nîne, wekî mecalên prêssayê e’lam kirin, ku seroketîya Adirbêcanê îzin nedaye teyara r’ûsîye leşkerî, ku li ser têrîtorîya wanr’a derbazbe”,- Davît’ Babayan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button