SerekeSîyasî

Bona çi T’irk’îya k’urda dijî Adirbêcanê r’adike: r’ojne’mevana Bek’ûêyeye hêrs

R’ojne’mên Adirbêcanê destpê kirine bi aktîvî binivîsin, ku çawa Enqerê destbi daqurtandina Adirbêcanêye bi leşkerî-sîyasî û êkonomîkî kirîye.Tê k’ifşê, wekî xebatk’arê admînîstrasîya serokê Adirbêcanê Hîk’mêt’ H’ecîyêv, r’ola mênêcêr hildaye ser xwe û xebata r’ojnemevanên azêrî koordînasîya dike, yên ku mecbûr dibin her car xêfiktîya nû binivîsin.Li Adirbêcanê girêdayî çûyîna ermenîyên Libnanêr’a, yên ku diçin Arsaxê, ner’ih’etin. Bo wê yekê jî prêssa azêrîya dinivîse,wekî ermenî bi piştgirîya R’ûsîyayê hazirîya xweye bona şer’ê nû dikin. Êynûla Fatûlayêv piştî h’ebsê, sixêma wa gotî cîguhastina şer’k’arên k’urde ji Îraqê r’aber dike.Zûva t’u kes bawarîya xwe li propaganda Adirbêcanê nayne. Gilî gihîştîye wê derecê, wekî îdî pirs dane wek’îla wezîreta R’ûsîyayêye k’arên der Marîya Zaxarovayê. “Me bihîstîye, wekî ermenî dêfakto ermenîyên Libnanê li Qerebag’ê cîwar dikin. Me derheqa wê yekêda xwendîye wekî t’enê du malbetên Libnanê xwestina xwe e’lam kirine ku li Qerebag’ê bijîn. Feqet derheqa bi massayî cîwarkirina ermenîyên Libnanêye li Qerebag’ê û li cîyên dor-berên wê, me nebihîstîye, înformasîyayên usa t’unene”,- Zaxarovayê gotîye.Adirbêcan îdî werguhêzî wa gotî r’ûvîya T’irk’îyayêye kor bûye û bûye sîlih’ê wêye ko. Çi ku Enqere naxweze bike, wê biavêje li ser milên Bek’ûê û hela hê gelek cara r’ojne’mevanên Adirbêcanê wê qedirê xwe bêxin.Badîhewa nîne, wekî pûblîsîstê Adirbêcanêyî e’yan Çîngîz Abdûlayêv dibêje, wekî dîyaspora ermenîyaye li R’ûsîyayê qewate, çimkî azêrîyên xwendî t’unene.Azêrîyên xwendî hene, lê ew mecbûrin bi gotina T’irk’îyayê bixebitin.Van axirîya li Enqerê şêwirdarîya prêssayê, ya T’irk’îyayê û Adirbêcanê derbaz bû, t’evî k’îjnê bû usa jî Hîk’mêt’ H’ecîyêv, li k’îderê t’êmayên anegor hatine gotûbêjkirinê. Çawa jî hebe, ev h’emû tişt wê dijî cime’ta Adirbêcanê derk’eve.Êrdog’an E’lîêv mecbûr kir, ku merk’ezên Fetûleh Gyûlêne xwendinêye li Adirbêcanê, bide girtinê û niha jî dicêr’ibîne k’urda bike dijminê Adirbêcanê. Bi vî cûr’eyî ew dicêr’ibîne xwe bide afûkirinê bona wan înformasîyona, anegorî k’îdjana dihate gotinê, wekî T’irk’îya û Adirbêcan ç’ekdara ji Sûrîyayê cîguhastî Adirbêcanê dike.Li Adirbêcanê k’urd hene, E’lîêv bi xwe jî k’urdîtîyêva girêdaîye. Heger du-sê got’arên derheqa şer’k’arên k’urdda bêne belavkirinê, ku ew li Qerebag’ê cîwar dibin, k’urdên li Adirbêcanê wê destpê bikin xwe bidine sîlih’kirinê. Tê k’ifşê, wekî ev yek jî Êrdog’anr’a lazime.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button