H’emû nûçeSereke

Pareskerên Arsaxê bi açixî hemû êrîşên azêrîya paşda didin /Vîdêyo/

Wezîreta Arsaxêye parastinê ragîhandîye, wekî anegorî înformasîayên rast, alîyê azêrîya du helîkoptêr, 14 dron û usa jî têknîka zirihkirî unda kiriye. “Azêrî, bi piştgiriya avîasîya leşkerî, drona, têknîka zirihkirî û xebitandina artîlêryayê, li ser xeta pêşin êrîşa mîyaser dike»,- nava elametîyêda hatiye gotinê. Pareskerên ermenîya bi açixî hemû êrîşên azêrîya paşda didin. Şer berdewam e.
Em bîr bînin, wekî îro şebeqê Adrbêcanê êrîşa leşkerîye berfireh bi dirêjaya sînorê Qerebaxê destpê kiriye. Rûyê agirkirinên azêryada jinek û zarokek hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button