H’emû nûçeSereke
Eskerên Arsaxêye p’arastinê cêrge t’abîyên pêşda undakirî paşda hildane
T’emamîya şeva derbazbûyî, li alîyê xeta pêşin opêrasîyonên leşkerîye întênsîv li alîyê başûr, başûr-r’ohilatê û bakûr berdewam kirine. Derheqa wê yekêda ji qulixdarîya prêssayê, ya wezîreta Arsaxêye p’arastinê r’agîhandine. Nava encamên paşdadayîna êrîşa azêrîya, eskerê p’arastina Arsaxê zyana meriva û t’êknîka leşkerîye mezin daye hêzên azêrîya û pêr’a jî cêrge t’abîyên pêşda undakirî, paşda hildane bin kontrola xwe.