Sereke

Ji Dîyaspora ermenî alîkarîya bi deha tonna dighîje Ermenîstanê

Van roja ji dîyasporayên ermenîye ji welatên cuda-cuda alîkarîya bi deha tonna dighîje Ermenîstanê.Çawa ku ji ofîsa wekîlê Dîyasporayêye sereke hatîye ragîhandinê, hemû wekîltîyên Dîyasporayê dora şerkarîya Arsaxê û hemermenî berev bûne. “Xirabkarîyên şêre ji alîyê T’irkîyayê û Adirbêcanêda berdewa dibin.Mal, dêr, merkezên kûltûrayê tên wêrankirinê, binelîyên edil tên kuştinê, rojnemevan birîndar dibin.Ew dixwezin komkujîyê bighînine dawîyê. Wanra wê li hev neyê, emê çê bikin, emê bijîn, emê biefrînin”,- nava vîdêyoya ofîsa wekîlê Dîyasporayêyî sereke da hatîye belavkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button