Sereke

Serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê elam kirine, wekî hazir in rastî hevdu bên

Serekwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, hazir in li Moskvayê, bi navçîgarîya Rûsîyayê, rastî hevdu bên.
Çawa ku mêdyayên rûsî elam dikin, him Nîkol Paşînyan û him jî Îlham Elîêv dane kifşê, wekî hazir in bona çareserkirina pirsgirêka Qerebaga Çîya rêya bibînin.
Nîkol Paşînyan: “Me her dem gotîye, wekî pirsa Qerebaga Çîya gerekê bi rêya aşîtîyê bê helkirinê.Lê mixabin, ew Adirbêcan e ku wê pirsê ra qayîl nîne.Tabîya me ew e,wekî dew-doza Qerebagê gerekê tenê bi rêya aşîtîyê bê helkirinê.Lê alîyê mayîn hazir nîne ber daxwe, em amedene heta dawîyê ji bo mafên cimeta Qerebagê, hemwelatîyên xwe, herin.Ev tabî ya hukumata Ermenîstanê, cimeta Ermenîstanê, dîyaspora ermenî ye.Û ez texmîn dikim, wekî ev tabî ya çêkirinê ye.
Îlham Elîêv: “Em amedene li Moskvayê rastî hevdu bên, wekî rêya helkirina pirsê bibînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button