Sereke

Welatên sêyem gerekê ji dew-dozê dûr bimînin: Pompêo

Wezîrê Ştatên Amêrîkayêyî Yekbûyî Mayk Pompêo gotiye, wekî bona milahîmkirina hale li zona dew-doza Qerebagê pêwîst e ku welatekî mayîn ji dew-dozê dûr bimîne, sîliha nede û alîkarîyê nede tu alîkî. Pompêo îzbat kiriye ku 23-ê cotmehê ewê li Waşîngtonê wezîrên Ermenîstanê û Adrbêcanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan û Cêyhûn Bayramov qebûl bike.
«Halekî giran pêşda qatiye, qalekî dîplomatîyî giran e. Ez hazir dibim rastî wezîra bêm û wextê rasthatinê bêjim ku welatên sêyem gerekê ji dew-dozê dûr bimînin û ne jî sîliha bidin. Tenê helkirina dîplomatî wê bona hemû alîya ya qebûlkirinê be. Ez hazir dibim roja înîyê derheqa wê yekêda wezîra ra xeber bidim”, – Mayk Pompêyo gotiye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button