Sereke

Dîlê azêrî derheqa pêşezanên leşkerîye ji Tirkîyayê hatî gilî dike /vîdêyo/

Li hospîtaleke Arsaxê dîlê azêrî Êmîl Baxşalî Zahîr Oglû qenc dibe û ewî înformasîyonên balkêş raber kirine. Vîdêyoya ji alîyê ştaba Arsaxêye înformasîyonda belavkirî ew derheqa pêşezanên leşkerîye ji Tirkîyayê hatî gilî dike, yên ku serkarîyê agrêsîya Adirbêcanêye dijî Arsaxê dikin.
“Bi meremê derbazkirina dersa, sê meriv tev me hatibûn û gotine me ku ew ji Tirkîyayêne.Ew yek ji axaftina wan û ji kincên wan kifş bû. Ders anegorî progiramên wan dihatine derbazkirinê.Ew niha jî li cîhên meye fermandarîyêne û bêyî wana fermandarên me tu tiştî qirar nakin”,-dîlê azêrî dibêje.
Ew usa jî derheqa saxlemîya xweda dibêje û derheqa nêzîkbûnên doxtirên Arsaxêye hindava xweda dide dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button