Sereke

Alîyê ermenî wê bi cûrê xerîtê hal raberke: Arsrûn Hovhannîsyan

Wezîreta parastinê wê îdî hinek melûmetîya li ser xerîtê raberke.Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye, wextê ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku gelo ew haj xerîtên întêrnêtê heye, li kîderê Adirbêcan derheqa “açixîyên” hêzên xweda raber dike.
“Derheqa wê xerîtêda ez zanim, ya ku hîmlî ji alîyê blogêrên Ûkraînayêda hatîye çêkirinê û temamîya hal nade kifşê”,-Hovhannîsyan gotîye.
Bi gotina wî, anegorî femdarîya meriva, xerîte wan xeta nîşan dide û cîleqandinên konkrêt dide kifşê, lê niha opêrasîyonên leşkerî yên wî cûrey nînin. Bo wê yekê jî xerîte bi temamî hal nadine kifşê, lê alîyê ermenîya jî wê hal bi cûrê xerîtê raberke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button