Sereke

Em bona berdaxustina hazirin lê ne ku bona kapîtûlasîyayê:Paşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan difikire, wekî cimeta ermenî bona berdaxustina hazire.
“Feqet pirs pêşda tê, ku gelo cimeta ermenî bona kapîtûlasîyayê hazire? Bi fikira min cimeta ermenî tu cara bona kapîtûlasîyayê hazir nîne û çiqasî jî dijwarbe, gerekê qewilên bona berxudanê bibînin û mafê xwe biparêzin”,-Paşînyan gotîye. Bi gotina wî gerekê bicêribînin rêsûrsa bibînin, bona ku berjewandîyên xwe biparêzin û hal werguhêzî cûrê usa bikin, ku dewekarîya Adirbêcanê ne ku kapîtûlasîya Qerebagêye, lê berdaxustinbe. Serekwezîr daye dîyarkirinê, wekî pirsa here sereke eve,ya ku îzin nedaye ku pirsgirêka Qerebagê bê helkirinê, çimkî Adirbêcan hazir nîbûye û niha jî qet hazir nîne.
Bi gotina Paşînyan, gerekê fem bikin wekî niha bi rastî wedekî girane û hêvîdarîya tu kesî nikare hebe, ku qewatên usa dikarin hebin, yên ku vê pirsê wê helkin.
Em hemû gerekê hazir bin bisekinin, lê ew yek nade kifşê, ku em bona berdaxustina hazir nînin.Heger nesekinin, cîyê revê tune. Em li ser xeta berjewandîyên xweye kevîyê sekinîne”,- serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button