Sereke

Arsrûn Hovhannîsyan vîdêoya serokê Arsaxêye derheqa Şûşîyêda şirove kirîye

Serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan banga xwe belav kirîye, ew yek tiştekî normale.Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye,wextê ku ewî vîdêyoya Harûtyûnyane li ber dêra Şûşîyê xeberdaye.
“Nava halê wî cûreyîda serokên welata, fermandarên eskera dikarin her roj jî bi bangên xweva pêşda bên, çimkî opêrasîyonên leşkerî berdewam dibin.Raste, pişta hêzên dijmine êrîşkirinêye hîmlî şikestîye, lê komên dîvêrsîyone biçûk wê gavên wî cûreyî mîyaserkin.Her roj gavên wî cûreyî tên avîtinê”, Hovhannîsyan gotîye. Em bîr bînin, wekî Arayîk Harûtyûnyan bi axavtin pêşda hat û got,wekî meremê dijmine hîmlî ewe, ku Şûşîyê hilde.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button