Sereke

Gelo Rûsîyayê alîyê Ermenîstanê bike?: şêwirmendê Paşînyan

Şêwirmendê serekwezîrê Ermenîstanê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinêyî berê Vagarşak Harûtyûnyan weşana têlêvîzîyona Ermenîstanêye civakîda nama Nîkol Paşînyanê serekwezîre ser navê Vladîmîr Pûtîn şirove kirîye û gotîye,wekî şêwirdarî wê zûtirekê destpêbin û qirarên lez wê bêne qebûlkirinê.
“Rûsîya jî halê pêşdahatî çawa qezîya ne tenê bona Ermenîstîanê, lê usa jî bona Rûsîyayê qîmet dike.Bona Rûsîyayê dew û dozên li ber sînorê wê çawa qezîya hesab dikin. Dema ku li Rûsîyayê girêdayî teglîfkirina serokê Sûrîyayêra qirar dihate qebûlkirinê ku bikevine Sûrîyayê, yan na, fikira hîmlî ew bû, ku têrorîst neyêne Rûsîyayê û Welatên Hevalbendîya Serbest”,- Harûtyûnyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn û serekwezîr Nîkol Paşînyan her dem nava pêwendîyadanin û pirsên bêqezîyabûnê gotûbêj dikin.
“Hûn zanin ku eskerê rûs roja îroyîn li ser sînorê Qerebagê û Ermenîstanê, usa jî li Mêgrîyê sekinîye. Peymana dualî dişuxule û dimîne tenê tevî Rûsîyayê wan qezîya qîmetkin û qirarkin, ku wê yekê çawa bidine sekinandinê”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button