H’emû nûçeSereke

Dew-doza Qerebagê werguhêzî ya herêmî dibe û nava wêda Tirkîya rola bilind dilîze: Pêşezan

Dew-doza Qerebagê gerekê nava hemtêksta herêmîda lêbinihêrin, piştgirîya kîjanê Tirkîya dike. Derheqa wê yekêda serkarê kafêdra pêwendiyên navnetewî û dîplomatî, ya zankoya Yêrêvanêye dewletê, Vahram Pêtrosyan gotiye.

“ Nava şerê Arsaxêda guhartin qewimîne, ji kîjana ya sereke berfirehbûna sînorên dew-dozê ne”,- ewî gotîye. Bi gotina Pêtrosyan, piştî destpêbûna şêr, zelal dibe ku Tirkîyayê hemû cedandin dane xebatê, bo ku dew-doz bibe mînanî ya «Sûryayê», tevî kîjanê dibin çekdarên kirêkirî û îslamîstên êkstrêmîst. Bi gotina Pêtrosyan, Tirkîya tabîyên xwe dide qewînkirinê, doranên hukumên xwe berfireh dike û dew-dozê werguhêzî ya ermenîya-tirka dike.

“Tirkîyayê ra lihev hatîye ku ew nava vê dew-dozêda awqasî kûr bibe, wekî niha em rastî rola Tirkîayêye li Adrbêcanê tên, ya ku dikare hukumî li ser rêjîma agirbestê bike. Bersiva bona pevketina bo agirbestê me ne ku ji Bekûyê stendîye, lê ji Enqerê”,-Pêtrosyan şirove kiriye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button