H’emû nûçeSereke

Li ber tabîyên me 15-16 cinyaz hiştine û revîne: Arsrûn Hovhannîsyan

Duh li beşa gundekî nehîya Hadrûtê, nêzîkî tabîyên ermenîya, azêrîya 15-16 cinyaz hiştine û revîne. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêyî parastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye. Bi gotina wî, hêzên ermenîya êrîşa eskerên azêrîya paşda dane, nava encamên kîjanêda azêrî zyane ketine.

“Li pêşberî tabîyên me 15-16 cinyaz hiştine û revîne, qet nêzîk jî nehatine, cinyazên xwe jî nebirine”,- Hovhannîsyan gotîye.

Bi gotina wî, halê sanîtarîyî li cîhê şêr gelekî xirab e.

«Eva êdî ji 20-î zêdetir roj in ku cinyazên hêzên azêrîya, çekdarên kirêkirî, diqewime yên leşkerên mexsûse ji welatên başqe jî, li dor-bera mane û problêmên êkolocîye mezin pêşda tînin. Em dicêribînin pirsê bi mecalên cûre-cûre hel bikin, bo ku nexweşî pêşda neyên, lê cinyaz usa jî dimînin, çimkî Adrbêcan rêjîma agirbestê xweyî nake, zîyana xwe hesab hilnade, ku cinyazên leşkerên wan li wan dera mane»,- Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button