H’emû nûçeSereke

«Bes nîne ku çend cara, ser hev, dîsa wan gunda azad bikî?»: azêrîya gotîye Elîyêv

Wextê brîfînga li Yêrêvanê, wekîlê wezîreta Ermenîstanêyî parastinê Arsrûn Hovhannîsyan derheqa nivîsara serokê Adrbêcanê Îlham Elîyêve derheqa wê yekêda xeberdaye, ku giva çiqas cîh hatine azadkirinê.

“Nava nivîsara wî da tiştên usa hene ku dijî nivîsarên wîye berê dertên, kîjana em tenê nabînin, lê hema xût azêrî dibînin û wextê forûma qerfên xwe li Elîyêv dikin û jêra dibêjin, ku bes nîne dîsa wan gunda çend cara azad dikî?”,- Hovhannîsyan gotîye.

Gilî derheqa wê yekêdane, wekî Elîyêv derheqa hildana gundên başûrê Zangêlanê û Cebrayîlêda elam kiriye, lê pêşda jî gotibû ku ew herdu nehî bi temamî bin kontrola hêzên azêrîyadanin.

“Ezê nebêjim ku kîjan cîh bin kontrola ermenîyada nin, çimkî ew sura leşkerî ye, û eger em bi fermî konkrêt derheqa gundada nadine dîyarkirinê, usa ye pêwîst nîne bêjin”,- wekîlê wezîreta parastinê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button