H’emû nûçeSereke

Civaka navnetewî dîsa xwe dewsa kora datîne:vîdêyoya nû, ya parêzerê Arsaxêyî mafê mêriv /Vîdêyo/

Parêzerê Arsaxêyî mafê mêriv Artak Bêglaryan vîdêyoya nû belav kirîye, kîjanê da ew bi xwe derheqa encamên topbankirinên azêrîyada gilî dike.Li piş wî avahîkî hedimî ye. Ew dibêje ku ew li meheleke Stêpanakêrtê ye, lê li piş wî avahîyê jîyînêyî wêranbûyî ye.

“Eva encamê topbarana azêrîyaye îro ye, sê binelîyên sîvîl hatine kuştinê. Ji wana yek jineke 70 salî bû, lê yên mayîn nebiyê wê bûn. Adrbêcan xirabkarîyên leşkerî berdewam dike û ew ne tenê binelîyên Stepanakêrtê, lê usa jî yên cîh û warên Arsaxêye mayîn jî dike hedef”,- Bêglaryan dibêje. Ew dibêje ku rûyê topbarankirinên azêrîyada êdî 50 binelîyên sîvîl hatine kuştinê û ji 150-î zêdetir birîndan bûne, ji 17 000-a zêdetir avahî zîyanê ketine û wêran bûne.Bêglaryan dibêje ku Adrbêcan van xirabkarîya berdewam dike, lê civaka navnetewî dîsa kor e, nabîne ku li Arsaxê çi diqewime. Ew bang dike ku êdî bes e usa kor bimînin û pêwîst e gavên anegor bona vê yekê biavêjin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button