H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê hindava 3 çekdarên ereb, yên kirêkirî, ger elam kirîye
Ermenîstanê hindava 3 çekdarên ereb, yên kirêkirî, welatîyên Sûrîayê, ger elam kirîye.
Derheqa wê yekêda komîtêya Ermenîstanêye lêpirsînê ragîhandîye. Bi vî cûreyî, bi fermî ji alîyê Ermenîstanda dijî 5 çekdarên kirêkirî îş hatîye vekirinê. 6-ê mijdarê, organa lêpirsînê raberî mehkema Yêrêvanê kiriye ku hindava têrorîstên ereb qirara derheqa girtinêda qebûl bikin. Gilî derheqa girtina Ebû Stêf al Hîndavî, Ahmed ad Tayêb û Ebû Dîab Helebîda ne, yên ku çekdarên kirêkirîne û dijî Arsaxê şer dikin. Çawa ku me pêşda dabû dîyarkirinê, 2 çekdarên kirêkirî êdî pêşda hatine girtinê û wana gelek melûmetî dane.