Sereke

Elametîya serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan

Serokkomarê Ermenîstanê Armên Sargsyan elametî belav kirîye:
“Ez ji prêssayê pê hesîyam, wekî tevî serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê elametîya derheqa sekinandina şerê Qerebagêda hatîye îmzekirinê. Derheqa qewilên sekinandina şêrda jî ji prêssayê pê hesîyame.
Çawa serokkomar, derheqa vê dokûmêntêda tevî min tu şêwirdarî, yan jî gotûbêjkirin tunebûne, mixabin, tunebûye, tevî tu hevraxeberdana nebûme.
Helkirina pirsgirêka Qerebagê bi kemala xweva pirsa hemmiletîyêye.Her gaveke derheqa berjewandîyên Ermenîstanê, Arsaxê, temamîya cimeta ermenî, her kirinek, her qirarek, usa jî îmzekirina her dokûmêntekî gerekê bibe pirsa şêwirdarîya û gotûbjkirina.
Ez didime dîyarkirinê,wekî yazîya cimeta ermenî dikare tenê bi hesabhildana berjewandîyên meye hemmiletîyê û li ser bingeha konsênsûsa hemmiletîyê bê helkirinê.
Bi hesabhildana xemgînîyên girêdayî halê pêşdahatîra, ez pêşnîyar dikim ku boy parastina berjewandîyên hemmiletîyê, nava wedê kurtda şêwirdarîyên sîyasî bidine derbazkirinê.
Çawa serokkomar, nava vî wedê girîngda ez mîsîya xweye niha hesab dikim çawa sazkirina yekîtîya hemmiletîyê.Ez hêvîdarim, wekî nava deh rojada wê me hemûyara li hev bê yekbûneke usa sazkin, bona kîjanê ezê hesabkim wekî min mecalên xwe bona welatê xwe dane xebitandinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button