Sereke

Bersiva Îranê wê tenê bi pirsên herêmêye konkrêtva neyê sînorkirinê

Ji alîyê Îranêda bersiva bona qezîya hindava berjewandîyên wê wê tenê bi herêmêva neyê sînorkirinê. Derheqa wê yekêda gênêralê korpûsa şorişa Îslamî Husêyn Selamî gotîye. Bi gotina wî, Îranê şuxulkarîya xwe bi herêma gêopolîtîkîye konkrêtva nede sînorkirinê, wextê ku gilî derheqa parastina berjewandîyên Îranêye bêqezîyabûnêdane. “Heger kesek bicêrbîne berjewandîyên vî welatî û vî miletî bike bin qezîyayê, ewê li ser vê dinîyayê cîhê xwe nebîne”,- fermandarê korpûsa parastina şorişa Îslamî gotîye.Ewî bi hûrgilî stratêcîya parastinê raber kirîye, ya ku tevî stratêcîya êrîşkirinê ye, eşartî daye dijmina, ku dema qezîyayê yanê jî agrêsîyayê korpûsa parastina şorişa Îslamî wê werguhêzî qewata êrîşkirinê be.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button