Sereke

Ji Fransîyayê teyara ewline bi alîkarîya hûmanîtarî hatîye Ermenîstanê

Duh, teyara ewlin, ya bi alîkarîya hûmanîtarîye ji alîyê hukumata Fransîyayêda, hatîye Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Conatan Lakot elam kirîye.
“Teyarê dem û dezgehên doxtirîyê û derman bona sîstêma Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê, usa jî bona piştgirîya merivên cîşihitandîye ji Qerebagê, anîye”,-bayloz nivîsîye.
Duh serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron li beşa fonda “Ermenîstan”-ê ya li Fransîyayê qesidîye, li kîderê bi fonêmaratonê pereberevkirina bona piştgirîya binelîyên Qerebagêye cîşihitî teşkîl dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button