Sereke

Wezîrê karên der bi têlefonê tevî hemsedirên koma Mînskê xeber daye

25-ê mijdarê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan bi têlefonê tevî hemsedirên koma Mînskê Îgor Popov /Rûsîya/, Stêfan Vîskontî /Fransîya/ û Êndryû Şofêr /ŞAY/ xeberdaye.
Ayvazyanê wezîr derheqa îzbatbûna agirbesta li zona dew-doza Qerebagê û girîngîya cîhwarkirina aşîtîparêzaye li Arsaxê daye dîyarkirinê.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der û hemsedirên koma Mînskê derheqa parastina berjewandîyên ermenîyên Arsaxêye nava qewilên krîzîsa hûmanîtarî da pêşdahatî û daseknandina mafên wan xeberdane, pêra jî dane dîyarkirinê ku pêwîst e teşkîletên navnetewîye anegor li wir bin.
Wezîrê karên der derheqa girîngîya çareserkirina berdewama formata hemsedirtîya koma Mînskêda daye dîyarkirinê.
Fikir dora şuxulkarîya edil û hevdîtinên hemsedirên koma Mînskêda hatine pevguhartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button