Sereke

Li Yekîtîya Avropayê derheqa tabîya Tirkîyayêye xirabda dane dîyarkirinê

Wezîrên welatên Yekîtîya Avropayê hesab dikin wekî kirinên Tirkîyayê zêdetir xirab bûne û vê pirsê gerekê wextê civîna wan welataye 1O-11-ê kanûnê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayêyî karên der Jozêp Borêl wextê prêss-konfêransê gotîye.
Wezîr qayîl bûne wekî nava tabîya Tirkîyayêda guhartinên fûndamêntal tunene. Serbara serda, nava cêrge pirsada tabîya Tirkîyayê zêdetir xirab bûye, êvolyûsîya ne ya pozîtîv e”,-Borêl gotîye. Bi gotina wî, wezîrê derheqa wê yekêda elamî lîdêrên welatên xwe bikin, yên ku wê paşê wextê civînê gotûbêj bikin.
Pêşda, Avroparlamêntê qirar kiribû, ku dijî Tirkîyayê sanksîya pêşda bikişînin, çimkî li Behra Sipî Tirkîya li ser tabîya ne baş bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button