Sereke

Roja şemîya dawîya meha îlonê wê bibe roja netewên kêmjimar: projeya qanûnê hate qebûlkirinê

Nava salnamêda,vir wada li Ermenîstanê roja şemîya meha îlonêye dawî wê çawa roja netewên kêmjimar bê kifşkirinê.Komîsîya parlamênta Ermenîstanêye parastina mafên mêriv kitêba qanûnaye derheqa cejinên Ermenîstanê û rojên bîranînê dîyar kir,wekî ew roj wê çawa roja netewên kêmjimar bê kifşkirinê.Projeya qanûnê cîgirê wezîr Arayîk Xizmalyan raber kirîye û gotîye wekî hukumat piştgirîyê dide belavbûna çand û kûltûra netewên kêmjimar.
“Bi saya wê cejinê wê gelek tişt bêne teşkîlkirinê, cejinê alî çanda netewên kêmjimar û naskirina cimeta bike”,-ewî gotîye. Projeya qanûnê ji alîyê parlamêntêda bi yekdengî hatîye qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button