Sereke

62 leşkerên ji qeza Şîrakê li Adirbêcanê girtî ne:parêzerê mafên mêriv

Welatîyên Komara Ermenîstanê, yên ku ji qeza Ermenîstanêye Şîrakê çûne leşkerîyê, li Adirbêcanê girtî ne û dijî wana îşê mehkemê hatîye vekirinê. Li Adirbêcanê wana çawa endamên koma dîvêrsîyon nav dikin û dibêjin ku giva ew şandine “nehîya Adirbêcanêye Laçînê”, giva li wandera kirinên têrorîstî mîyaser bikin. Parêzerê Ermenîstanêyî mafên mêriv Arman Tatoyan gotîye, wekî pirsa vekirina îşê mehkemêye dijî leşkrên ermenî teribandina şuxulkarîya hûmanîtarî ye û teribandna mafê navnetewî ye. Leşkerên ermenî dîl ketine û ew gerekê bên azaberdanê û paşda vegerin Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button