Sereke

Patrîyarxê temamîya ermenîya bona heykelên Arsaxê berbirî rêberên ruhanî, YÛNÊSKO-ê, bûye

Heykelên Arsaxêye çandî-dîrokî bin qezîyayêdanin. Derheqa wê yekêda patrîyarxê temamîya ermenîya Garêgînê Duda wextê hevpevyîna tevî “Îzvêstîya”-ê gotîye. Bi gotina patrîyarx, Bekû naxweze îzinê bide wekîlên YÛNÊSKO-ê ku ew bikaribin bi xwe halê mîrasa ermenîye çandî- dîrokî qîmetkin. Garêgînê Duda gotîye,wekî aşîtîparêzên rûs cedandina didine xebatê, ku wê mîrasa çandî-dîrokî biparêzin. Bi gotina patrîyarx, bona parastina heykela, ew berbirî rêberên ruhanî, teşkîletên navnetewî û usa jî YÛNÊSKO-ê bûne. Patrîyarx bi hêvîdarî gotîye,wekî bi cedandinên sîstêmên navnetewî mecalê hebe gavên bona wê yekê bêne avîtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button