Sereke

Telîmên tirka-azêrîyaye leşkerî: şer yan nîşandayîna sîyasî?

Telîmên tirka-azêrîyaye leşkerî, yên ku li Qersê gerekê bên derbazkirinê, bîranînên xirab pêşda tînin. Telîmên wî cûreyî hema sala par mehên tîrmehê û tebaxê hatine derbazkirinê, û mehekê piştî wan telîma şerê Arsaxê destpê bû.Nenihêrî wê yekê,wekî halê wî çaxî cudaye, lê ber çevaye wekî qewatbûna hevkarîya tirka-azêrîyaye nava goveka leşkerîda nikare Ermenîstanê xemgîn neke.Telîm wê yekê sibatê li Qersê destpêbin û wê heya 12-ê sibatê berdewambin. Komên leşkerîye cûre-cûre wê tevî wan telîma bibin.Ji alîyê Adirbêcanêda pareskerên li Nexçêvanê cîhwarkirî wê tevî wan telîmabin.Pêşezanê leşkerî Taron Hovhannîsyan dibêje wekî nenihêrî wê yekê wekî ew paresker mezin nîne, lê li vir meriv dikare ji alîyê sîyasîda lê binihêre. Sala derbazbûyî jî,wextê telîmên zivistanêye li Qersê, pareskerekî Adirbêcanêyî biçûk tevî wan telîma bû. Çawa bersiva wê pirsê ku rîska êskalasîyayê nava wê yekêda heye yan na, koordînatorê malpera “Razmînfo”-ê Karên Vrtanêsyan gotîye wekî ew yek eşaretîya sîyasîye. Bi fikira pêşezanê rûsî leşkerî Alêksandr Xramçîxîn, telîmên li Qersê meriv dikare çawa nîşandayîna xweykirina hevkarîya tirka-azêrîyaye leşkerî lê binihêre. Derheqa wê yekêda wekî şerê nû dijî Ermenîstanê dkare bibe, bi fikira pêşezan, niha tiştê usa tune. Bi fikira wî, heger Tirkîya dijî Ermenîstanê şêr destpêke, ewê bide kifşê, wekî şêr dijî Rûsîyayê destpê dike. Bi fikira Xramçîxîn, Rûsîya bi nêzîkbûna tirka-azêrîyaye leşkerîva şa nabe.Hema ew e menî wekî bin elametîya 9-ê mijdarêye derheqa agirbestêda îmza Tirkîyayê tune. Feqet Moskva jî naxweze eşkere dijî Bekûyê û Enqerê derkeve.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button