Sereke

Nava sîyasîya derda wê guhartin hebin:wezîr gotîye ku wê çi hesab hidin

Piştî şerê qewimî, wezîreta Ermenîstanêye karên der tabîya cêrge teşkîletên navnetewî gotûbêj dike û ewê guhartinên anegor bikine nava sîyasîya der. Derheqa wê yekêda wezîrê karên der Ara Ayvazyan li parlamêntê gotîye. Bi gotina Ayvazyan niha sîyasîya her herêmekê, welatekî û sîstêmên cuda-cuda, ya wextê şerê derbazbûyî, tê gotûbêjkirinê. Wezîr daye bawarkirinê,wekî rastkirinên anegor wê hebin, yên ku wê bona bêqezîyabûna welêt bêne kirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button