Sereke

Doxtirê ermenî serkarîya emelyeta dinîyayêda ewlin, ya du desta û sergirka mil kirîye

Li bajarê Fransîyayêyî Lîyonê emelyeta du desta û sergirka mil hatîye kirinê, ya ku dinîyayêda emelyetîya wî cûreî ye ewln e.Nexweşê ji Îrlandîyayê herdu destên xwe 23 sal pêşda, wextê xebatê, rûyê qezîyayêda unda kiribûn. Serkarîya emelyetê doxtirê ermenî Aram Gazaryan kirîye.Hatîye dîyarkirinê,wekî Flêkîs Grêtarsonê 48-salî, sala 1998-a, rûyê şewata mezinda herdu destên xwe unda kirine û dîsa gelek birînên mezin stendine. Sê meha ew nava komayêda bûye û çend cara hatîye emelyetkirinê. Ji wî çaxîda xilyala wî ew bûye, ku herdu destên nû bêne înplantkirinê. Çend sal lazim bûne ku donorekî usa bibînin. Ji 5O-yî zêdetir xebatkarên doxtirîyê tevî wê emelyetê bûne, serkarîya kîjanê Aram Gazaryan kirîye. Koma doxtira ne tenê destên nû pêşkêşî nexweş kirine, lê usa jî sergirka milê wîyî çepê rast kirine. Neh roj ji wê emelyetê derbaz bûne û heya niha li cem nexweş dijwarî tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button