Sereke

Al-Asî eşaretîyê dide wekî Tirkîyayê Rojavayê êrîşke

Serokê serwêrtîya parastinêye li bakûr-rojhilatê Sûrîyayê Zeydan Al- Asî gotîye,wekî li serwêrtîya wî hesab dikin wekî Tirkîya agrêsîya nû dikare dijî herêmê destpêke. Zeydan Al-Asî gotîye,wekî Tirkîya hazir dibe êrîşê bibe ser Dêrikê û nehîya Şengalêye li başûrê Kurdistanê.Ewî usa jî gotîye wekî heger Tirkîya êrîşê li vê herêmê destpêke, wî çaxî şer tenê bi Dêrikêva wê ser hevda nayê û wê here bighîje heya Efrînê.Bi gotina wî, heger êrîşa berbi Dêrikê destpêbe, wî çaxî ewê bi qayîlîya hêzên Îraqêye sîlihkirî û koalîsîyona navnetewî bê kirinê. Al-Asî bangî koalîsyîona navnetewî, Rûsîyayê û hukumata Damişqê kirîye, ku ew borcdarîyên xwe biqedînin û îzinê nedin ku agrêsîya tirkaye nû destpêbe.Ewî daye dîyarkirinê,wekî heger ew yek bibe hêzên li bakûr-rohilatê Sûrîyayê wê bersiva wê yekê bidin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button