Sereke

“Rêpartyor”: di navbera Rûsîyayê û Tirkîyayêda li Sûrîyayê dikare şerkarîya berfireh destpêbe

Rûsîya li Sûrîyayê niha bi întênsîvî hêzên xwe zêde dike.Van axrîya eyan bûye,wekî li baza Rûsîyayêye “Xmêymîn”-ê rîya teyaraye firînê û peîyabûnê didine dirêjkirinê. Tê texmînkirnê,wekî ew yek tê kirnê, ku teyarên bombavêje mezin li wir bikaribin peîyabin. Li Qamişloyê çend teyarên transporta leşkerî ÎL-76 peîya bûne. Ew teyare têknîk û sîlih cîguhastî kirine. Li bakûrê Sûrîyayê, Rûsîyayê leşkerên xwe zêde kirine. Bi wê yekêva tevayî, hatîye ragîhandinê,wekî avîyasaîya Rûsîyayêye leşkerî her dem tabîyên çekdara bombebaran dike. Miqalelarên ajansa “Rêpartyor”-ê difikirn, wekî heger Moskva hêzên xweye li Sûrîyayê dide zêdekirinê, usaye Rûsîya dicêribîne Tirkîyayê ji vê herêmê bide derxistinê. Niha leşkerên Rûsîyayê hazir dibin ku derbeke mezin bighînine çekdarên piştgirên tirka. Feqet, ji wezîreta Rûsîyayêye parastinê tu elametî nehatine belavkirinê. Kurda sirîya xweda daye dîyarkirinê,wekî li ser sînorê Sûrîyayê û Tirkîyayê konflîkta mezin dikare destpêbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button