Sereke

Rîad Xelef: topbaran û gulebarandinên hertimî bona binelîyên edil qezîyane

Şêwira leşkerî, ya Girê Sipî elam kirîye wekî hêzên wan îdî ji du meha zêdetire ku li ber agrêsîya tirka ber xwe didin. Nava van 7O rojên dawîda eskerê tirka û komên piştgirên wan, derba dighînine dor-berên Eyn Îsayê û rêya M4-ê. Heya niha ji 17O-yî zêdetir cîhwarên dor-berên Eyn Îsayê hatine derbgîhandinê, nava encamên kîjanada şeş binelîyên edil hatine kuştinê û 16 jî birîndar bûne. Fermandarê şêwira Girê Sipî, ya leşkerî Rîad Al Xelef elam kirîye wekî Tirkîya dîsa dicêribîne gundên nêzîkî rêya M4-ê bike bin kontrola xwe û bo wê yekê jî herroj bi artîlêrîyayê û rokêta derba dighîne dor-berên Eyn Îsayê. Ewî daye dîyarkirinê,wekî ew yek bona binelîyên sîvîl qezîya ye û zyana matêrîyalî dighînin dor- bera.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button