Sereke

Ji 4-12 dolara: wedê vaksîna dijî koronavîrûsê li Ermenîstanê îdî eyane

Vaksîna rûsîye “Sputnik V” li Ermenîstanê dane 3O-î merivî. Derheqa wê yekêda cîgira serokê îdara kontrolkirin û îzinnedayîna nexweşîya Gayanê Sahakyanê gotîye, ya ku bi xwe jî ew vaksîna hildaye. Ermenîstanê vaksîna rûsîye “Sputnik V” bi beşeke biçûk çawa alîkarî stendibû.Ew vaksîna usa jî dane wezîrê saxlemîxweykirinêyî berê Arsên Torosyan.
“Rêaksîya tek-tenê ew e ku cîda hinekî êşê texmîn dikî. Feqet li cem min ew êş jî tunebû”,- Sahakyanê gotîye û serda zêde kirîye, wekî nava 4O hezar merivî, rêaksîya nehatine kifşê. Sahakyanê gotîye wekî pêşda wê destpêkin merivên ku dikevine nava komên rîskê vaksînayê bidine wan. Hejmara wan dighîje 6OO hezar merivî, dikevine nava kîjana xebatkarên doxtirîyê, merivên yaşên xweda mezin û ew meriv li cem kîjana nexweşîyên kronîk hene. Bi xeberdana derheqa bahê vaksînayêda, Sahakyanê gotîye, wekî bahê wê ji 4-a hetanî 12 dolaraye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button