Sereke

Tema ermenî li Avropayê: nanê loş gihîştîye sûka almanî

Li Almanîyayê li ser sivirên binelîyên li wir, nanê ermenîyî loş tê dîtinê. Serokê hevaltîya ermenî Davît Sûkîasîyan wî îşî mîyaser dike. Bahê nanê ku ji Ermenîstanê dighîje Almanîyayê, ji 1,6O sênta hetanî 1,7O yûroye. Rûyê bilindkirina bahê cîguhastinêda, bahê nan bilind bûye. Nan bi teyarê dighîje Almanîyayê, lê nava welêtda bi postê tê belavkirinê. Davît gilî dike ku çawa ew ji welêt dûre, lê ew usa dike ku nan ji Ermenîstanê bê bihîje Almanîyayê. Ew deh sal pêşda cîguhastî Almanîyayê bûye. Roja îroyîn hevaltîya wî îdî 15O nav eşîya cîguhastî Almanîyayê dike. Femdarîye, wekî ermenî bi xwe, yên ku li Almanîyayê dijîn, eşîyayên ermenî dixwezin, feqet usa dertê wekî wekîlên miletên mayîn jî hewaskarîya xwe hindava wê yekêda didine kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button