Sereke

Ji Ermenîstanê 52 700 meriv paşda vegeryane Qerebagê: wezîreta Rûsîayêye karên der

Aşîtîparêzên rûs helkirina pirsên pêşîya xweye li Qerebagê berdewam dikin. Ew li 27 postên dîtindarîyê kontrola rêjîma agirbestê û monîtorînga şev û roj mîyaser dikin.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Rûsîayêye parastinê elam kirine.
“Rêjîma agirbestê bi dirêjaya temamîya xeta pêşin tê xweyîkirinê.Aşîtîparêzên rûs bêqezyabûna paşdahatina welatyaye li malên wan û dasekinandina sîstêmên sîvîl çareser dikin, alîkarîya hûmanîtarî didine binelîya. Nava rojekîda 19 mihacir ji Ermenîstanê vegeryane Qerebagê.Ji 4-ê mijdara sala 2020-î da destpêkirî 52 700 meriv paşda vegeryane malên xweye li Qerebagê”,-nava elametîya wezîreta Rûsîayêye parastinê da hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button