Sereke
Serekwezîr: navên gunehkarên nava êrîşa ser Hewlêrê îdî zelal bûne
Navên merivên ku tevî êrîşa 15-ê sibatêye ser Hewlêrê bûne, nava encamên lêpirsînêda eyan bûne.Derheqa wê yekêda serekwezîrê Kurdistana Îraqê Mesrûr Barzanî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî lêpirsîn tevî Begdayê tê derbazkirinê û gelekî pêşda çûye. Mesrûr Barzanî daye dîyarkirinê,wekî ewî ew pirs tevî serekwezîrê Îraqê gotûbêj kirîye û bi înformasîyayên xwe tevî hevalkarên koalîsîyona navnetewî parave dibin. Feqet serekwezîr bi hûrgilî negotîye, çimkî lêpirsîn hê berdewam dibe. Bi gotina wî, organên anegor wê paşê encamên lêpirsînê raber bikin.