Sereke

Freedom House-ê derheqa bêterbyetîyên li Ermenîstanêye piştî şêr û dereca dêmokratîyayêda daye dîyarkirinê

Teşkîleta Freedom House-ê raporta sala 2O21-ye bi sernavê “Azaya li dinîyayê” belav kirîye, kîjanêda ji sed qala yên Ermenîstanê 55-in û ew nava cêrga welatên dêmokratîkdane. Sala derbazbûyî 53 qalên Ermenîstanê hebûn. Raportêda hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê li Qerebagê şer destpê kir, tevî kîjanê bû Tirkîya avtorîtar û bi wê yekê mecalên werguhastinaye li Ermenîstanê kêm bûn, û bi destî xebitandina qewatê, alî paşdaçûyîna normên dêmokratîk kirin. Xudanên raportê dane dîyarkirinê, wekî şerê Qerebagê serokatîya Îlham Elîyêve avtorîtar da qewînkirinê. Ew dew-doz dikare tabîyên hukumata Ermenîstanê bide zeyîfkirinê. Usa jî hatîye nivîsarê, wekî Ermenîstan nava azayêda wî çaxî gihîşte açixîyên mezin, wextê ku sala 2O18-a aksîyayên protêstokirinê destpê bûn û welatîya dengê xwe dane bona kara hukumata nû.Binketina nava şerê Qerebagêda bû menîya hinek opozîsîyonêra, yên ku meha mijdarê parlamênt êrîş kirin û êrîş birin ser spîkêrê parlamêntê. Anegorî raportê, bêterbyetîyên wî cûreyî dikarin qezîyayê bona pêşkeftina destanî bînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button