Sereke

Papê Romayê wê here Îraqê, nenihêrî wê yekê, wekî dîsa derbên rokêta hebûne

Papê Romayê wê here Îraqê, nenihêrî wê yekê, wekî dîsa derbên rokêtaye berbi baza amêrîkîye li Anbarê hebûne.
“Sibê, bi piştgirîya Xwedê, ezê bi seredana sêrojêva herime Îraqê.Wedekî dirêj min xwestîye ez rastî wan meriva bêm, yên ku gelekî zyanê ketine”,-Papê Romayê gotîye.Elametîya Papê Romayê piştî wê yekê belav bû, wextê ku hema wê rojê jî deh rokêt berdabûne berbi baza amêrîkîya û koalîsîyona navnetewîye li Anbarê.Em bêjin, wekî Papê Romayê wê roja înîyê here Begdayê. Ewê bibe seredana Papê Romayêye ewline li Îraqê.Anegorî progiramê, Papê Romayê usa jî wê li Hewlêrê biqeside.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button