Sereke

Hevaltîya brîtanîye “HALO Trust”-ê xerîta axa Arsaxêye mînkirî daye tirka

Hevaltîya brîtanîye ” HALO Trust”-ê ya ku li Arsaxê bi xebata xêrkirinêva mijûl dibû, xerîta axa Arsaxêye mînkirî teslîmî qulixdarîyên tirkaye mexsûs kirîye, bi saya çi jî nava şerê 44 rojada li hev hatîye ew cîhên mînkirî altkin. Derheqa wê yekêda wekîlê serokê Arsaxê Borîs Avagyan gotîye.
“Ji kanîyên anegor eyan bûye, wekî hevaltîya brîtanîye ” HALO Trust”-ê, ya ku bin navê hevaltîya xêrkirinêda dixebitî û bi xebatên lîkvîdasîyakirina topava mijûl dibû, wextê ku li Arsaxê dixebitî, xerîtên cîhên mînkirî dest anîne û dane qulixdarîyên tirkaye mexsûs. Bi saya vê yekê dijminra li hev hatîye li wan cîhara bi açixî derbazbin. Bin navê lêkolînkirina cîhên bi qezîya, vê hevaltîyê kirinên cesûsî li temamîya Arsaxê mîyaser kirine. Ev teşkîlet ji alîyê endamê parlamênta birîtanî û ofîsêrê eskerê Brîtanîyayêyî berê Kolîn Kêmbl Mîçêlda sala 1988-a hatîye sazkirinê”,-Avagyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button