Sereke

Adirbecan diceribîne xweafûkirina bona paşdavegerandina dîla bigere: Anna Nagdalyan

Adirbecan diceribîne xweafûkirina bona paşdavegerandina dîla bigere.Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê gotîye. Ewê bîr anîye, wekî serokatîya Adirbêcanê konvênsîyayên hûmanîtarîye navnetewî û usa jî elametîya 9-ê mijdara sala 2O2O-î diteribîne.
“Alîyê Adirbêcanê dicêribîne bona xwe hîmê xweafûkirinê bigere û pirsa xerîtên têrîtorîyayên mînkirî pêşda dikişîne. Şedetîya wê yekê hema ewe, wekî nevsên Adirbêcanêye fermî wê pirsê bi cûrê massayî bilind dikin”,-ewê gotîye.Nagdalyanê bîr anîye,wekî wextê dew-dozê, alîyê azêrîya ne tenê bi pêşnîyara hevkarîya nava bêqezîyakirina mînada pêşda nehatîye, lê hela serbara serda jî hemû cedandin dane xebatê, ku mîyaserkirina wan bernamaye li Ermenîstanê û Arsaxê bê teribandinê.
“Sala 2O16-a, Adirbêcanê dirêjkirina mandata ofîsa Yêrêvanêye Teşkîleta Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê, ya bona bêqezîyakirina mîna daye qedexekirinê û rûyê wê yekêda jî li Ermenîstanê ew mîsîya hatîye girtinê”,-ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button