Sereke

Heger dîlên ermen nîbûna, Elîyêvê turuş nekira lingê xwe dianîya li ser axa Arsaxê

Serhatîya girêdayî paşdaanîna dîlên ermenîra, şikberî nehişt, wekî leşkerên ermenî çawa dîl-amenet xweyî dikin.Pirsa dîla bona wê yekê didine xebatê, ku li Ermenîstanê neqewînbûnê pêşda bînin û wê yekê van rojên dawî da kifşê. Lazime bidine kifşê, wekî leşkerên ermenî piştî elametmîya 9-ê mijdarê hatine girtinê û li wir aşîtîparêzên rûs îdî hebûn.Êpêce wedeye ku xeberdan derheqa xwestina Bekûyêye bona hildana “Sûka Sore” li Arsaxê diçe, li kîderêra rîya Şûşîyê derbaz dibe û pêşnîyar tê kirinê, ku dewsa wê dîlên leşkerî aza berdin.Derheqa wê yekêda serokê Arsaxê gotibû û kanîyên mayîn jî dabûne dîyarkirinê. Tiştekî cudaye wekî anegorî înformasîyayên Bekûyê, Elîyêv cara dawî dewsa azaberdana Maral Nacaryanê çûbû Şûşîyê. Bona xweykirina “êyforîya serkeftinê” Elîyêv gelek cara diçe Arsaxê. Li ber çevaye wekî dîlên ermenî bona wî bûne “gvardîya bêqezîyabûnê”, ew li piş wan xwe vedişêre û malbeta xwe jî dibe Arsaxê. Li Bekûyê dibêjin, wekî heger usa nîbûya, wî çaxî navê Elîyêv jî wê li rex Ênvêrbûya. Elîyêv dîsa dixweze here Şûşîyê, lê vê carê tevî Êrdogan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button