Sereke

Em bûne şedên ji alîyê Adirbêcnêda tunekirina nimûnên mîrata ermenîye çandî

Em bûne şedên ji alîyê Adirbêcnêda tunekirina nimûnên mîrata ermenîye çandî. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ara Ayvazyan wextê prêss-konfêransê gotîye.
“Pirs merkeza guhdarîyêdane. Hevalkarên meye navnetewî bi cûrê berk tunekirina heykelên ermenî û cêribandinên guhartina navên wan gunehkar dikin.Em tevî teşkîletên anegor, YÛNÊSKO-ê dixebitin. Roja îroyîn ew yek gelekî girînge ku wê pirsê nava sîstêmên navnetewîda bilindkin”,- wezîr gotîye û serda zêde kirîye,wekî 24-ê nîsanê, bi înîsîyatîva wezîreta karên der, pêşengeha bi sernavê “Mîrat bin qezîyayêdane. Arsax” hatîye vekirinê, ya ku wê hetanî 2-ê gulanê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button