Sereke

Li qeza Syûnîkê baza rûsîye leşkerîye 1O2-a du postên nû danîne

Li qeza Syûnîkê baza rûsîye leşkerîye 1O2-a du postên nû danîne. Derheqa wê yekêda wextê civîna parlamêntê, kandîdatê serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye. Bi gotina wî, sazkirina wan posta bona qeza Syûnîkê, usa jî bona çareserkirina bêqezîyabûna Ermenîstanê garantîyaye.
Nava axaftina xweye li parlamêntê, Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî çawa pêşîya şêr, usa jî peyî şêrra sîstêma bêqezîyabûna Ermenîstanêye der nehatîye guhartinê.
“Ev sîstêm li ser hebûna sîstêmên parastina hewêye li herêma Qafqasîyayê û pareskerên ermenîya-rûsaye tevayî, usa jî bêqezîyabûna kolêktîv, hatîye hîmdanînê”,-Paşînyan gotîye.
Nîkol Paşînyan usa jî derheqa wan fikirada xeberdaye, anegorî kîjana tê dîyarkirinê, wekî cêrge qirar bona qeza Syûnîkê qezîyayên nû saz kirine. Bi gotina Paşînyan, bi rastî usa nîne.
“Parastina hemû sînorên Ermenîstanê, çawa pêşîya şêr, usa jî niha bi qewat û cedandinên pareskerên ermenîya-rûsaye tevayî tê mîyaserkirinê. Feqet ew yek nade kifşê, wekî li hemû cîya gerekê tabîyên leşkerî hebin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button