Sereke

Latvîyayê bi fermî komkujîya Ermenî nas kirîye

Latvîyayê bi fermî komkujîya Ermenî nas kirîye. Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî li Latvîyayê, Lîtvayê û Êstonîyayê Tîgran Mkrtçyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî ev yek encama xebata bi kel û cede, ya ku bi sala kişandîye.Tîgran Mkrtçyan tercima rêzolyûsîya parlamênta Latvîyayêye derheqa naskirina komkujîya Ermenîda raber kirîye. Rêzolyûsîyayêda hatîye dîyarkirinê, wekî Latvîya hemû xirabkarîyên dijî merivatîyê gunehkar dike, û wekî Latvîya fem dike ku borcdare wan xirabkarîya naske û bîr bîne, bona ku tiştên wî cûreyî careke mayîn neqewimin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button