Sereke

Hevpeyvîna ermenîyê Polsê Hayko Bagdat tevî Ermenihaber.am-ê /beşa duem-Arsax/

Em beşa duem, ya hevpeyvîna rojnamevan, rewşanbîr, nivîskar û pûblîsîst Hayko Bagdate tevî Ermenihaber.am-ê raber dikin, kîjanêda ew derheqa şerê Arsaxêyî dawîda, sîyasîya Adirbêcanê û Tirkîyayêye agrêsîvda xeber dide.
Hayko Bagdat rûyê zêrandin û gefxwerinada ji Tirkîyayê sala 2O16-a çûye Almanîyayê û li wir dijî.
-Şerê Arsaxêyî dawî û Tirkîya: vî alîda hûnê çi bêjin?
-Ev şer berdewama komkujîyê bû. Derheqa vê rastîyêda min gelek cara usa jî tevî parlamêntvanên Avropî û civaka Avropî xeberdaye. Komkujîya ji alîyê weda naskirî bi çi qîmetîye, yan jî kara çi dide? Ez derheqa Fransîyayê û Almanîyayêda dibêjim. Niha tiştekî vî cûreyî bînin ber çevê xwe. Bêguman, ew yek şaşe ku em himberî komkujîya cuhîya bikin, lê bînin ber çevê xwe, wekî hêzên nasîstî li Almanîyayê bin neketine û bi alên hîtlêrîyê nişkêva Almanîya êrîşê dibe ser Îsrayêlê. Ya me jî vî cûreîye. Bi alên Talêat Paşa êrîş anîne ser me.
Teşkîleta têrorîstîye DAÎŞ-ê anîne ser me. Ez çûme û min li Rojavayê bi çevên xwe DAÎŞ dîtîye. Hema ew DAÎŞ anîne ser sînorê Ermenîstanê ku serên zarokên me jêkin. Vê yekê da kifşê wekî nêzîkbûna civaka navnetewîye hinadva pirsa komkujîyêda alîkarîyê nade. Tevbûên komkujîyê careke mayîn cêribandine kirinên xweye wî cûreyî biwekilînin.
-Encamên şêr, kar û zyana wê bona alîya kîjane?
-Roja îroyîn Adirbêcan bona Êrdogan çawa enîya Qafqasîyayê lazime. Dêmek, çawa mesele enîya Rojavayê, yan jî ya Behra Sipî. Dîktatorek tevî dîktatorekî mayîn hevkarîyê dike. Niha jî Tirkîyayê bi xwestina xwe eşîya bifroşe Adirbêcanê, nava wanda usa îj sîlih. Tifaqa wan bona herêmê aramîyê, pêşkeftinê nayne, ew tifaqa belavkira xirabkarîyêye. Ev tifaqa herdu dîktatora bona temamîya herêmê xemgînîyê pêşda tîne.
Roja îroyîn Tirkîya Adirbêcan kirîye “Qibris”. Ez bona Qibrisa Bakûr dibêjim. Ew mînanî Qibrisa Bakûr Adirbêcanê dike ya xwe, çawa “çêjika” xwe. Ew li ser wê rêyêye. Feqet evana çêjikên xwe jî dixun.
Wî alîda bona Adirbêcanê jî gelekî qezîyaye. Heger ji alîyê welatên mezinda, Rûsîyayê û Tirkîyayê, em lê binihêrin, wî çaxî Adirbêcanê çi stend, nizanim. Xwezila ew negihîşta vê xalê. Çimkî tirsên meye sedsale, êş û zêrandinên me careke mayîn tevî undabûna bi hezara zarokên me teze bûn. Me birîneke teze stend. Vê yekê hukumekî gelekî xirab li ser şuxulkarîya rû bi rûbûna tevî komkujîyê li Tirkîyayê hiştîye. Hukumekî usa xirab hiştîye, wekî ewên ku wextê definkirina Hrant Dînk digotin ” Em hemû ermenîne”, ew jî ermenîya çawa dijmin qebûl dikin û dijminatîyê dikin.
Bi nihêrandina êşa cimeta Ermenîstanê, xeberdana derheqa wê yekêda eybe. Li vir êşeke diha mezin heye. Ez hatime li vir û gelekî baş wê yekê dibînim û texmîn dikim. Li Tirkîyayê faşîzm bilind bû û niha jî heyîna ermenîya li ber qezîyayê sekinîye.Ez derheqa ermenîyên Tirkîyayêda dibêjim. Gelo hûn zanin, wekî niha Karo Paylan jî gefxwerina distîne. Hindava dêr û sîstêmên me, rojnamevana û tiştên mayînda gefa dixun. Bona me hemûya ew xelek diha hatîye şidandinê, bîna me diha hatîye girtinê, çimkî em cimeta xwe diparêzin û em li ber faşîzma li Tirkîyayê paşda venakişin.
-Bona heyîna ermenîyên êtnîke li Tirkîyayê qezîya kûr bûne

-Li parlamênta Tirkîyayê hêzeke sîyasî heye ew hêz /HDP-e/, ya ku piştgirîya 15 selefê binelîya distîne û ya ku bang dike ku tevî komkujîya Ermenî rû bi rû bisekinin, sîyasîya Tirkîyayêye wextê şerê ji alîyê Adirbêcanêda destpêkirî gunehkar dike. Li Tirkîyayê dîsa kodên komkujîyê dişuxulin. Ew yek dide kifşê, ku heger tu çawa ermenî bi sîyasîyê yan jî rojnamevanîyêva mijûlbî, wî çaxî li ser serê te wê şûr dardabûîybe.
Rûyê wê yekêda halekî dijwar saz bûye. Çi jî hebe, em gerekê şerkarîyê berdewamkin. Tiştekî başqe jî heye: tu tiştekî kirî badîhewa nîne. Diqewime em niha paş ketine, lê em gihîştine xalekê. Nava pirsa kurdîda, pirsa rû bi rû sekinandinêda em gihîştine xalekê. Roja îroyîn hal eve, lê pêşerojêda hemû tişt wê ji xalê berdewambe, kîjan îdî nêzîkî meye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button