Sereke

Tirka komkujîya Ermenî mîyaser kirîye: kurê Bênyamîn Netenyahû

Kurê serekwezîrê Îsrayêlê Yaîr Netenyahû qirar kirîye ku dersên dîrokê bide tirka û bîr anîye, wekî hema xût tirka komkujîya Ermenî mîyaser kirîye. “Tirkên ku Twittereda dîna xwe didine min, ezê dersên dîrokêye kurt bidime wan. Hûn bi esilê xweva ji Anatolîyayê nînin, hûn ji Asîya Navîn hatine û we hindava cimeta mesîhîye yûnan komkujî mîyaser kirîye. Stembol bi rastî Konstandnûpolîse û we bi neqanûnî ew dagir kirîye. We usa jî komkujîya Ermenî mîyaser kirîye. Hûn niha bi neqanûnî Qibrisa Bakûr, Sûrîya Bakûr û Kurdistanê dagir dikin. Dîktator serokatîyê li welatê we dike, yê ku dixweze careke mayîn dinîya ereba dagirke û li ser hukumke, çawa ku ew yek hêna împêratorîya Osmanî bû”,-ewî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button