Sereke

Firegeha Stêpanakêrtê bona xebatê hazire

Firegeha Stêpanakêrtê bona xebatê hazire, lê derheqa xebitandina wêda tu birîyar nehatîye qebûlkirinê.Derheqa wê yekêda katibê şêwira Arsaxêye bêqezîyabûnê Vîtalî Balasanyan gotîye.
“Firegeha Stêpanakêrtê bi têknîkî hatîye çareserkirinê û bona xebatê hazire. Hevraxeberdan hêzên rûsîyaye aşîtîparêz derbaz dikin. Merem ewe, wekî barên hûmanîtarî li Stêpanakêrtê bêne qebûlkirnê”,-Balasanyan gotîye.
Niha derheqa xebata firegehêda tu birîyar nehatîye qebûlkirinê.Wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan jî gotîye, wekî xebitandina firegehê dîsa çawa pirseke girîng dimîne. “Ez difikirim wekî bona wê yekê wede lazime”,- Babayan gotîye.Wezîr daye dîyarkirinê, wekî pêşerojêda firegeh dikare bona cîguhastina rêwîya jî bê xebitandinê, lê bona wê yekê lazime bixebitin.Em bîr bînin, wekî firegeha Stêpanakêrtê sala 2O12-a bona xebatê hazir bû, lê rûyê hukumê Bekûyêda ewê xebata xwe destpênekir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button