Sereke

Komara Ermenîstanê tu cara pirsa sivderê gotûbêj nekirîye û wê gotûbêj neke: Nîkol Paşînyan

Bi serkarîya borcbirê serokwezîrê Ermenîstanê li hukumatê civîna şêwira bêqezyabûnê derbaz bûye. Destpêka civînêda Nîkol Paşînyan derheqa halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya û gavên helkirina wê pirsgirêkê xeberdaye.

Nava axavtina xweda Paşînyan gotîye:

“Hevalkarên birêz, nava civîna îroyînda jî em gerekê halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya gotûbêj bikin. Piştî 12-ê gulanê, dema ku hêzên azêrîya sînorê Ermenîstanêra derbaz bûn, hal niha hinekî hatîye guhartinê. Ji 14-ê gulanêda hinek hêzên wan ji erdê Ermenîstanê derketine, û ew yek duh êvarê jî qewimîye, lê ez hesab dikim ku hal nehatîye guhartinê. Bo vê yekê jî, em gerekê mêxanîzmên Orgenîzeya Peymana Bêqezyabûna Kolektîv û yên ermenîya-rûsaye tifaqdarîyê bidine xebatê. Tabîya me zelale, leşkerên azêrî gerekê ji têrîtorîya Ermenîstanê derkevin. Dixwezim careke mayîn biwekilînim, wekî wedekî dirêje ew têza serokê Adrbêcanê, ya bi navê “Sivdera Zangêzûrê” tê pêşdakişandinê. Dixwezim bêjim ku gelek doranên sîyasî çawa cesûsên şerkarîya Adrbêcanêye înformasyon pêşda tên. Dixwezim bêjim ku Komara Ermenîstanê tu cara pirsa derheqa sivderêda gotûbêj nekirîye û wê gotûbêj neke. Pirsa vekirina rêya nava rojevêdane, lê wê yekê nikarin pirsa sivderêra bidine girêdanê, kîjanê roja îroyîn propaganda dikin. Pirsa mayîn ya rastkirina sînoraye. Van roja propaganda Adrbêcanê dicêribîne wê fikirê raber bike ku şuxulkarîya rastkirina sînora gerekê bi formata dualîbe. Ew yek nikare bibe, çimkî di navbera Ermenîstanê û Adrbêcanêda pêwandî tunene. Bo wê yekê jî ew prosês gerekê bi formata sêalî bêne kirinê.

Derheqa kirinên pêşerojêda, duh hevraxeberdan hetanî dereng berdewam bûne, lê ewê dîsa roja çarşemê berdewam bibin. Têma hevraxeberdana ewe, ku leşkerên azêrî gerekê ji têrîtorîya Ermenîstanê derkevin. Eger ev yek hê nebûye, usaye em hal çawa yê kirîzeyî qîmet dikin, yê ku bona serbixwetîya Komara Ermenîstanê, qewînbûnê, yekîtîya têrîtorîya qezîyaye, halekî usa yê ku anegorî qanûndarîya Orgenîzeya Peymana Bêqezyabûna Kolêtîv wî cûreyî tê qîmetkirinê. Eger pirsa meye pêşdakişandî nehatîye helkirinê, usaye ev mêxanîzmên orgenîzeyê, usa jî yên tifaqa ermenîya-rûsa, gerekê bêne xebitandinê, yên ku bona halên vî cûreyî têra hatine dîtinê.

Em gerekê bixebitin ku bi mecalên sîyasî bigihîjine helkirina pirsê. Lê eger pirs usa neyê helkirinê, wî çaxî gerekê mêxanîzmên leşkerî-sîyasî bêne xebitandinê. Gilî derheqa wan mêxanîzmadane, yên orgenîzeyê û tifaqdarîyê, yên ku hema bona tiştên vî cûreyî têra hatine dîtinê û em gerekê wî mafê xweyî lêgîtîm bidine xebatê.”

Piştî civîna şêwira bêqezyabûnê, li hinek beşên sînorên ermenîya-azêrîya ji alîyê hêzên azêrîyada halê sert hatîye texmînkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button